Cenazeyê şervanê QSD’ê El Salih spartin axê

Cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Salih El-Salih (Dawûd) li Qamişlo ji aliyê malbat û hevalên wî ve li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan bi merasîmekê spartin axê.

Şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Salih El Salih (Dawûd) 17’ê Gulanê dema li ser erka xwe bû, ji aliyê şaneyên veşartî ve li bajarokê El-Bisêra ya dikeve Rojhilatê Dêra Zorê hate şehîdkirin.

Bi tevlîbûna dehan şêniyên Qamişlo û gudewarên wê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û şervanên QSD’ê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Salih Ehmed El-Salih li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan sprtin axê.

Cenazeyê şehîd ji aliyê heval û malbata wî ve derbasî goristanê hat kirin, piştre merasîmê destpê kir. Di merasîmê de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Emar Mûsa diyar kir ku keda şehîdan rê li ber azadiya gel vekiriye da ku nifşên nû jî bigihîne azadî û rûmetê.

Mûsa da xuyakirin ku şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû pêkhateyên kirine yek, her wiha mîrasa şaristaniya pêkhateyan herêmê komployan têk dibin.

Mûsa wiha domand: "Ji ber ku dewleta Tirk di êrîşên xwe yên li ser herêmên me de şikestiye, niha hewl dide bi qutkirina avê kiryarên xwe berdewam bike."

Piştre nasnameya şehadetê ya şervanê QSD`ê şehîd Salih El-Salih ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve radestî malbata wî hat kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd bi tilîlî û dirûşmên “Şehîd namirin” li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê.