Cenazeyê şervanê QSD’ê El Nezal li Hesekê hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Mehmûd el-Nezal ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbû, li Hesekê hate veşartin.
Cenazeyê şervanê QSD’ê Mehmûd el-Nezal ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbû, li Hesekê hate veşartin.
Girse cenazeyê şehîd ji ber avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî ji dehan erebeyan pêk dihat ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê ve ketin rê.
Li goristanê merasîma leşkerî ji aliyê şervanên YPG, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hate lidarxistin.
Piştî merasîma leşkerî endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Bedrî Hewala axivî û got: "Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û lehengên ku di oxira azadiya vî welatî de canê xwe feda kirine silav dikin."
Bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Hesekê Azad Eyûb axivî, soz da malbatên şehîdan ku dê xeta zarokên wan ên şehîd bişopînin heta sûriyeke azad û demokratîk ava bibe.
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameya şehîd Mehmûd El-Nezal xwend û radestî malbata wî kir. Her wiha nasnameya 3 şervanên QSD û endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku di dem û mekanên cûda de şehîd bûne hatin eşkerekirin. Nasnameyên şehîdan wina ne, şervanên QSD‘ê Xidir Salih (Yelmaz Hesekê), Remedan Etiya (Dilşêr Qamişlo), Sexir Ehmed (Dilbirîn Serêkaniyê) û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Rodî Ebas.
Şervanan cenazeyê hevalê xwe yê şehîd Mehmûd El-Nezal hilgirtin ser milê xwe û di nava dirûşme û tilîliyên dayikan de li goristanê hate veşartin.