Cenazeyê şervanê QSD'ê El Hemîd bi merasîmeke girseyî hate veşartin

Şervanê QSD'ê Xidir Cûma El Hemîd ku li Hesekê di operasyona dijî çeteyên DAÎŞ'ê de şehîd bû, li Tirbespiyê bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Ji bo şervanê QSD'ê Xidir Cûma El Hemîd ku di Pêngava Gurzê Gelan de şehîd bû, merasîmeke girseyî hate lidarxistin.

Merasîm li Şehîdgeha Şehîd Dilşêr a li gundê Dekrî yê Tirbespiyê pêk hat û şêniyên Tirbespiyê û Çilaxayê jî tevlî bûn.

Di destpêka merasîmê de endamê rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Tirbespiyê Mihemed Zekî Îbrahîm axivî û fedekariyên şehîdan ji pêkanîna ewlehî û aramiyê silav kir.

Îbrahîm îşaret bi girîngiya yekitî û hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got berxwedana gelên herêmê ji bo pêkanîna jiyaneke azad û bi rûmet, hemû êriş û komployên li ser herêmê têk birin.

Ji fermandarên QSD'ê Mihemed Zêdan axivî û got: "Berxwedana şervanan û fedekariya şehîdan li pêşiya planên vejandina DAÎŞ'ê bûn bendeke asê û cîhan ji gefa DAÎŞ'ê parast.”

Li ser navê malbata şehîd Ebdullah El-hemîd soza şopandina rêya şehîd ji bo parastina destkeftiyên herêmê heta gihaştina serketinê, da.

Di dawiya merasîmê de, wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbeta wî hate kirin. Girseya gel Şehîd Xidir Cûma El-Hemîd li goristana şehîd Dilşêr veşart.