Cenazeyê şervanê QSD’ê El Hemade û El Cimêde hatin veşartin
Cenazeyê şervanên QSD’ê Mehmûd Mûsa El Hemade û Mihemed Cemîl El Cimêde yên di 19’ê Nîsanê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Xidir El Hemade ya li bajarokê Ebû Xeşeb hatin veşartin.
Cenazeyê şervanên QSD’ê Mehmûd Mûsa El Hemade û Mihemed Cemîl El Cimêde yên di 19’ê Nîsanê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Xidir El Hemade ya li bajarokê Ebû Xeşeb hatin veşartin.
Cenazeyê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mehmûd Mûsa El Hemade û Mihemed Cemîl El Cimêde yên di 19’ê Nîsanê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Xidir El Hemade ya li bajarokê Ebû Xeşeb hatin veşartin. Di merasîma veşartinê de wêneyên şehîdan û alên QSD’ê hatin hildan.
Di merasîmê de yek ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Demhat El Kilêzî axivî û wiha got: "Me îro du leheng oxir kirin. Em sersaxiya malbatên şehîdan dixwazin û soz didin şehîdên xwe ku em ê tola wan hildin û li ser şopa wan bimeşin."
Dûre li ser navê meclîsên bajarokê Ebû Xeşeb endamê rêveber Ebdulhekîm El Elî axivî û wiha got: "Em îro li pêşberî xwîna paqij a van şehîdan disekinin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Wan şehîdan di oxira welat bi azad û rûmet bijî de canê xwe da. Em ê heta pêkanîna serkeftinê rêça we bişopînin."
Li aliyekî din jî endamê rêveber ê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê Ebdulxenî El Ehmed sersaxiya malbatên şehîdan xwest û got: "Ev her du şehîd bûn, da ku em bi azad û aram bijîn."
Piştre wesîqeya her du şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.