Cenazeyê şervanê QSD’ê El Fatir hate veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed El Fatir, li Şedadê bi merasîmekê hate veşartin.

Cenazeyê şervanê QSD’ê Mihmede El Fatir (Diyar) ê 4’ê Kanûnê di Pêngava Bagera Cizîrê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bibû, li Şedadê bi merasîmekê hate veşartin.

Cenazeyê şehîd ji Saziya Malbatên Şehîdan hate girtin û ber bi Şehîdgeha Şedadê ve hate birêkirin.

 ‘BI SAYA ŞEHÎDAN…’

Piştî merasîma bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya şervanên QSD’ê û şûnde, ji fermandarên QSD’ê Salih El Zobe axivî. El Zobe anî ziman ku bi saya fedekarî û berxwedana şehîdan îro herêm ji ber zilma çeteyên DAÎŞ’ê rizgar bûne.

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şedadê Nacî Nîcûm jî bi saya şehîdan ev gel bi ewle dijîn.

Piştî axaftinan û şûnde nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê Mihemed El Fatir bi dirûşman ve hate veşartin.