Cenazeyê şervanê QSD’ê El Esaf hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Esaf Mihemed El Esaf yê di 20’ê Adara 2024’an de şehîd bibû, li Reqayê hat veşartin.

Cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Esaf Mihemed El Esaf yê di 20’ê Adara 2024’an de şehîd bibû, li gundê Hikumiyê yê bakurê Reqayê hat veşartin. Xelkê Kantona Reqa, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantonê, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Leşkerî ya Reqayê cenazeye tevlî merasîma veşartinê bûn.

Di merasîmê de endamê Meclîsa Leşkerî ya Reqayê Merdem Mehmûd sersaxî da malbata şehîd û got: "Şehîd Esaf di oxira parastina xak û rûmetê de tevlî karwana şehîdan bû. Em ji şehîd Esaf û tevahî şehîdan re dibêjin heta rizgarkirina her bihosteke xaka me, li ser şopa we ne."

Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Reqayê Hêvîn Îsmaîl axivî û got: "Dijmin hewl dide xort û keçên me bi balafirên xwe hedef bigire, lê ew nikare vîna me bişikîne. Ji ber ku em hêzên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne û em bi Ereb, Ermen, Çeçen û Suryan û Kurdan herêmê hevgirtî ne. Ev nîşaneya hebûna me li vî cihî pîroz e."

Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ehmed El Hemod wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.