Cenazeyê şervanê QSD’ê El-Emîr hate veşartin

Welatiyên Dêra Zorê cenazeyê şervanê QSD’ê Suheyîd( Ebdullmecîd El-Emîr) li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen bi merasîmekê veşartin.

Bi sedan welatiyên gundên rojhilat û rojavayê Dêra Zorê cenazeyê şervanê QSD’ê Suheyîd( Ebdullmecîd El-Emîr) ku 8’ê Îlonê di Pêngava Bagera Cizîrê ya li herêma El-Sebhê şehîd bûbû wergirtin û berê xwe dan Goristana Şehîd Hanî El-Hesen.

Li goristanê deqîqeyek rêz hate girtin û merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre fermandarê QSD'ê Sîf El-Esker axivî û wiha got: "Çi qas em behsa lehengiya şehîdan bikin, em heqê wan nadin, şehîdan hemû gel kirin yek û ji bo welatiyan ji zilmê xelas bikin şer kir û şehîd bûn."

Serokê Meclisa Zagonsaz Merwan El-Fetîh jî wiha axivî: "Şehîdan xwîna xwe ji bo xaka xwe da, wan parastina gelê xwe kir heta ku gihaştin asta şahadetê. Em bejna xwe li ber wan ditewînin û em sozê didin ku em ê li ser şopa wan bin."

Piştre nasnameya şehadetê hate xwendin û cenazeyê şervanê QSD’ê El-Emîr bi dirûşme û tilîliyan li goristanê hate veşartin.