Cenazeyê şervanê QSD’ê El-Ehmed hate veşartin

Welatiyên herêma El-Cezrat yê rojavayê Dêra Zorê cenazeyê şervanê QSD’ê Ehmed El-Ehmed (Firat Cezra) bi merasîmekê li goristana Şehîd Xidir El-Hemade ya gundê Ebû Xeşeb veşartin.

Welatiyan cenazeyê şervanê QSD’ê Ehmed El-Ehmed (Firat Cezra) ku roja 31’ê Tîrmeha 2018’an dema bi erka xwe radibû şehîd bûbû, ji gundê El-Mekmel wergirtin û ber bi goristanê ve ketin rê.

Li goristanê deqîqeyek rêz hate girtin ji bo bîranîna şehîdan û merasîmeke leşkerî hate lidarxsitin. Piştre ji fermandarên QSD’ê Azad Dêra Zor û ji rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Wefa Celal axivîn. Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwest û gotin şehîd ji bo rizgarkirina welatê xwe canê xwe feda dikin.

 Cenazeyê şervanê QSD’ê Firat Cezra bi dirûşme û tilîliyên dayikan li goristanê hate veşaritn.