Cenazeyê şervanê QSD’ê Ehmed Efrîn hat veşartin

Cenazeyê şervanê Antî Teror Ehmed Efrîn ê li Dêrazorê birîndar bibû û di 25’ê Mijdarê de li Nexweşxaneya Hesekê şehîd bibû, bi merasîmekê li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya Şiqêf a Şêxmeqsûdê hat veşartin.

Cenazeyê şervanê Yekîneyên Antî Teror ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Ehmed Efrîn (Ehmed Silêman) yê di meha Îlonê de li Dêrazorê birîndar bibû û di 25′ Mijdarê de li nexweşxaneyên bajarê Hesekê şehîd bibû, bi merasîmekê li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya Şiqêf a Şêxmeqsûdê hat veşartin. Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê de wêneyê şehîd hat hildan û bêyî navber dirûşmeyên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Ewilî merasîma leşkeri ya hêzên Komandos û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) dest pê kir. Ji rêveberên Meclîsa Malbatên Şehîdan Sozdar Reşo li ser girîngiya şehîdan axivî û got: "Gelê me fêr bû çawa xwe bi rêxistin bike û rûmet û mafên xwe biparêzin."

Hevserokê Meclîsa Kantona Efrîn û Şehbayê Ferhan Kobanê jî li dijî planên dijmin û ji bo bidawîkirina xiyanetê  banga hevgirtin û berxwedanê li pêkhateyên herêmê kir.

Bavê şehîd Ehmed Efrîn, Hisên Silêman spasiya beşdaran kir û dirûşma "Bijî Kurdistan, bimre xiyanet" berz kir.

Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd Ehmed Efrîn hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmeyên "Şehîd namirin" hat veşartin.