Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Nemir hate veşartin
Welatiyên bajarê Minbic û gundewarên wê cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mecîd Alî bi merasîmekê veşart. Her wiha nasnameya Xelef El-Himêdî jî hate eşkere kirin.
Welatiyên bajarê Minbic û gundewarên wê cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mecîd Alî bi merasîmekê veşart. Her wiha nasnameya Xelef El-Himêdî jî hate eşkere kirin.
Bi sedan welatiyên bajarê Minbic û gundewarên wê cenazeya şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mecid Alî (Nemir) ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, ji Nexweşxaneya El-Firatê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdên Minbicê ve ketin rê.
Li aliyê din li Saziya Malbatên Şehîdan jî nasnameya şervan Xelef El-Himêdî ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû hate ragihandin.
Li goristanê merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan Îbrahîm El-Xilêf, Hevserokê Komîteya Derve ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk Alî El-Cemîlî axivîn û sersaxî ji malbata her du şehîdan re xwestin.
Her wiha fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm El-Hemdan û bavê şehîd Nemir Mehmûd Alî jî axivî û gotin:ʺCangoriyan ne tenê ji bo Minbicê ji bo giştî xaka Sûriyê canê xwe feda kirinʺ
Piştî ku axaftin dawî bûn, nasnameya şehîdan ji aliyê Endama Saziya Malbatên Şehîdan Fatma El-Dîbai hat xwendin û radestî malbata wan hat kirin.
Cenazeyê Şehîd Nemir bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ li goristanê hate veşartin.