Cenazeyê şervanê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Hemed spartin axê

Bi sedan welatiyên Kantona Girê Spî cenazeyê şervanê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Hesen Hemed ku dema  bi erka xwe radibû şehîd bû, bi merasîmekê li  Goristana Şehîd Mehmûd Tumê spartin axê.

Girseya gel dirûşmeyên ʺŞehîd namirinʺ berz kirin û alên TEV-DEMʹê, Hêzên Ewlehiya Hundirîn û Saziya Malbatên Şehîdan rakirin.

Nûnerên Meclîsa Kantona Girê Spî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Kantona Girê Spî û bajarê Reqayê tevlî merasîmê bûn.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Wehîd Ebdullah, li ser navê Kongreya Star Mihabad Derwêş, Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî Hemdan El-Ebid û li ser avê Hêzên Ewlehiya Hundirîn a bajarê Reqayê Hecî Îbrahîm axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd û Hêzên Ewlehiya Hundirîn re xwestin û bal kişandin ser rola şehîd ya di parastina ewlehiya herêmê de.

Di dawiyê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî di nava tîlîliyên dayîkan û dirûşmeyên ʺŞehîd namirinʺ de hat veşartin.