Cenazeyê şervana YPJ’ê Bêrîtan Zinar spartin axê

Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyê şervana YPJ’ê Sozdar (Bêrîtan Zinar) bi merasîmekê li goristana Şehîd Dijle a bajarê Kobanê spartin axê.

Şervana YPJ’ê Sozdar (Bêrîtan Zinar) li Şedadê di dîroka 18’ê Hezîrana 2018’an de dema bi erka xwe radibû di encama qezayekê de şehîd bûbû. Cenazeyê Sozdar li Kobanê bi merasîmekê hate veşartin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û piştre merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Hêzên Erka Xweparastinê Nebo Mûrad axivî û wiha got; “Meha Tîrmehê di dîroka Kurdistanê de yek ji mehên herî pîroz e. Hevalan di zîndana Amedê de li hemberî dewleta Tirk a faşîst bi lehengî li ber xwe dan.”

Piştre nasnameya şervana YPJ’ê Bêritan Zinar hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Gelê Kobanê bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayikan cenazeyê şervana YPJ’ê li Goristana Şehîd Dijle spartin axê.