Cenazeyê şehîdê QSD’ê Hesekê hate veşarin
Li bajarê Hesekê cenazeyê şervanê QSD’ê Silêman El-Zahir (Sîpan Hesekê) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê hate veşartin.
Li bajarê Hesekê cenazeyê şervanê QSD’ê Silêman El-Zahir (Sîpan Hesekê) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê hate veşartin.
Welatiyan cenazeyê şervanên QSD`ê şehîd Silêman El-Zahir bi nasnav Sîpan Hesekê ku li gundewarê Dêra Zorê dema li ser erka xwe bû şehîd bûbû, ji ber navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê ve ketin rê..
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên QSD`ê ve destpê kir. Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Sefîre Xalid axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Sefîre rola şehîdan ji bo rizgarkirina herêmê ji çeteyan û parastina şêniyan ji şaneyên veşartî destnîşan kir.
Endamê Rêveber ê Buroya Têkiliyên Giştî ya QSD`ê Serhildan Rojava jî axivî û got: "Di şexsê şehîd Silêman de em tevahiya şehîdên azadiyê bibîr tînin. Şehîd bi giyanê biratiya gelan şerê terorê kir û bû lehengên neteweya demokratîk."
Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Mistefa Ehmed destnîşan kir ku herêm bi saya fedekariyên pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û Sûryan herêm ji tariya DAÎŞ`ê rizgar bû û wê ev serkeftin di rûpelên dîrokê de wek destanên lehengiyê were nivisandin.
Nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatan hate kirin.
Cenazeyê şehîdan bi dirûşman hate veşartin.