Cenazeyê şehîdê QSD’ê hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Mifazer Ebas Mihemedê yê ku di qezayekê de şehîd bû, li Tirbespiyê hat veşartin.

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê, partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û endamên Kongra Star, ji bo beşdarbûna merasîma şehîd, berê xwe da goristana şehîd Dilşêr a gundê Degrê; şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mizafer Ebas Mihemed (Mîlad Tirbespiyê) 15'ê Nîsanê dema perwerdeya xwe di encama qezayekê de şehîd bû.

Di serî de şervanê QSD'ê Cûdî Çavreş sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan û parastina axa welêt da.

Piştre, hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Hîkmet El Hebîb bal kişand ser hevgirtina pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rola wan di parastina destkeftiyên şoreşê û têkbirina êrîşên li dijî herêmê de.

El Hebîb bang li şêniyan kir ku li hember êrîşên li dijî herêmê asta têkoşînê bilind bikin û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê da.

Li ser navê malbata şehîd jî, apê şehîd, Salih Mihemed soza şopandina rêya şehîdan ji bo parastina destkeftiyên şoreşê da.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê hat xwendin û ji bo malbata şehîd hat radestkirin, piştre cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan hat veşartin.