Cenazeyê şehîdê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê El-Harûn spartin axê

Welatiyên bajarê Minbicê bi mersîmeke girseyî cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Mibicê Elî El-Harûn li Minbicê spartin axê.

Li bajarê Minbicê bi mersîmeke girseyî cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Elî El-Harûn ê di encama krîza dil de şehîd bûbû spartin axê.

Welatiyan cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Firatê wergirtin û bi kerwaneke wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan ve bi rêketin. Li goristanê bi deqeyek rêzgirtina şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê destpê kir.

Piştre Fermendarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ibarhîm El-Hemdan axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. El-Hemdan soza berdewamkirina rêya şehîdan di têkoşîn û parastina destkeftiyan yên bi saya têkoşîn û fedekariyên şehîdan de pêk hatine, dubare kir.

Endama rêveber a Meclîsa Malbatên Şehîdan Hesnaa El-Zahêr axivî û tekez kir ku bi saya şehîdan azadî û serkeftin pêk hat.

Endamê Dîwana Meclîsa Qanûnsaz Adil Mihemed jî diyar kir ku şehîdan ji bo parastina welat û rûmeta gelê xwe canê xwe feda kirin û bi saya şehîdan şênî di nav ewlehiyê de dijîn.

Piştî axaftinan û şûnde nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

cenazeyê şehîd Elî El Harûn bi dirûşman spartin axê.