Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Cenazeyê şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundir Erûr spartin axê

Li Dêrikê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Erûr li Goristana Şehîd Xebat Dêrik bi merasîmekê spartin axê.

Bi hezaran şêniyên bajarê Dêrikê li nexwexaneya navçeya Dêrikê kom bûn û cenazayê şervanê Hêzên Ewlekariya Hunsirîn Ehmed Erûr ê di encama krîza dil de şehîd bûbû wergirtin.

Piştî ku şêniyan cenaze wergirt, ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê. Li goristanê endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li navçeya Dêrikê Eymen Îbrahîm axivî û got: “Şoreşa Rojava ji fikr û felsefeya Rêberê Netewî Abdullah Ocalan destpê kir û bû rêya şoreşgeran, şervanan û azadîxwazan.”

Hevserokê Meclîsa Dêrikê Sahib Osman jî sersaxî ji malbatan şehîdan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re xwest. Osman diyar kir ku şoreşa Rojava ji tevahiya cîhanê re bûye mînaka hevgirtina gelan.

Piştî bidawîbûna axaftinan, nasnameya şehîd Ehmed Erûr ji hêla Meclîsa Malbatên Şehîdan ve radestî malbatê hate kirin. Piştre bi navê malbata şehîd, apê şehîd Samî Erûr axivî û destnîşan kir ku şoreşa Rojava edalet ji tevahiya pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re pêk anî.

Di dawiya merasîmê de hevalên şehîd, cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan de û berzkirina dirûşman dilsoziya bi şehîdan re, spartin axê.