Cenazeyê şehîdê Doxan hate veşartin

Cenazeyê Hêzên Asayîşê Hecî Ehmed (Mezlûm Doxan), li kantona Girê Spî bi merasîmekê hate veşartin.

Karwanê şehîd ji ber çerxeriya Elem ber bi Goristana Mehmûd Tamê ya gundê Tenhûza ve, ketê re. Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Zelîxa Ebdî, Rêveberê Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Selahdîn Firat, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, şervanên YPJ/YPG û bi dehan şêniyên bajarê Girê Spî, tevlî merasîmê bûn.

Li goristanê, şervanên Erka Xweparastinê merasîmek pêk anîn û piştre bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Wehîd Abdullah, bi navê Kongreya Star Fadiya Hesen, bi navê TEV-DEM`ê Selahedîn Firat û bi navê YPG`ê Fermandar Siyabend Girê Spî, axaftin hatin kirin.

Qisekeran sersaxî ji malbata şehîd Hecî û hemû şehîdan re xwestin û berxwedana şervanan di Pêngava Bagera Cizîrê û Pêngava Rizgarkirina Reqayê hate bibîrxistin.

Piştî axaftinan, wesîqeteya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel û şervanan cenazeyê şehîd rakirin ser milan û rex hevreyên wî defin kir.

Hecî Ehmed (Mezlûm Doxan) dema bi erkê xwe radibû, li Girê Spî şehîd bû.