Cenazeyê şehîd Mihemed El Xilêf hat veşartin

Xelkê Hesekê cenazeyê şervanê Hêzên Komandos Mihemed El Xilêf veşart.

Xelkê Hesekê û endamên saziyên sivîl û leşkerî yên Hesekê beşdarî merasîma veşartina cenazeyê şervanê Hêzên Komandos Mihemed El Xilêf (Harûn) bûn. Şehîd Harûn di 17′ê Cotmehê de li gundewarên Dêrazorê şehîd bûbû.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Şuca El Heres behsa fedekariyên şehîdan ên di oxira rizgarkirina xak û parastina gelê xwe de kir.

El Heres wiha got: "Armanc ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gel û hêzên me, vîna me bişikînin û projeya me ya demokratîk têk bibin. Lê ew nikarin me têk bibin."

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Sincar Ceryan jî axivî û wiha got: "Bi şehadeta welatiyên me israra me ya berxwedana û parastina xaka û destkeftiyên şoreşa me zêde dibe. Em di oxira parastina jiyaneke birûmet û azad de ji bo vî gelî û welatî dudilî nabin ku canê xwe bidin."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeya şehîd Mihemed El Xilêf xwend û radestî malbatê kir.

Di nava tilîliyên dayikan û dirûşmên ′Şehîd namirin′ de cenazeyê şehîd hate veşratin.