Cenazeyê şehîd Mehmûd Hesen Hemade li Hesekê hate veşartin
Xelkê Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mehmûd Hesen Hemade veşart.
Xelkê Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mehmûd Hesen Hemade veşart.
Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Hesen Hemade li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawiyê veşart. Mehmûd Hemade dema erka xwe bi cih dianî şehîd bû.
Di merasîm de wêneyên şehîd hatin hildan û dirûşmê "Şehîd namirin" hatin berzkirin.
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ezîza Hisên axivî û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Her wiha soza şopandina xeta şehîdan da.
Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Hesekê Şiyar Hesekê sersaxî da malbata şehîd Mehmûd û got: "Dijmin dixwazin planên qirêj li Rojava pêk bînin û îradeya gelan bişkîne."
Şiyar Hesekê soza şopandina xeta şehîdan ta pêkanîna serketinê da.
Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeya şehadetê ya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.
Cenazeyê şehîd Mehmûd Hemade bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hat veşartin.