Cenazeyê şehîd Hemze Mihemed Elî hate veşartin

Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Hemze Mihemed Elî li Tebqayê hate veşartin.

ŞEHÎD HEMZE MIHEMED ELÎ

Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Hemze Mihemed Elî li Minbicê şehîd bûbû. Şêniyên Tebqayê bi merasîmekê şehîd Hemze li Pakrewangeha Şehîdan a Tebqayê spart axê.

Merasîmê bi rêzgirtinê û toreneke leşkerî ya şervanên QSD’ê destpê kir. Piştre endamê Hêzên Erka Xweperastinê Ehmed El Cabir axivî. El Cabir sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Hemze da ser şopa şehîdan û di oxira avakirina bingehên neteweya demokratîk de şehîd bû. Em ê heta mîsogeriya serkeftinê têbikoşin.”

Hevserokê Meclîsa Demokratîk a Gelan a Kantona Tebqayê Mûsa El Xalid got ew ê heta serkeftinê û ewlehiya gelan şopdarên xeta şehîdan bin.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Hemze Mihemed Elî hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd Hemze bi tilîliyan û dirûşma "Bi can bi xwîn em bi te re ne şehîd" hat veşartin.