Cenazeyê şehîd Hemdê û El-Ewad spartina axê

Li Dêra Zorê bi tevlîbûna sedan welatiyan cenazeyê şervanê QSD’ê Elî Hemdê û endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Mihemed Beşîr El-Ewad li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen spartin axê.

Ji bo merasîma cenazeyê şervanê QSD'ê Elî Hemadê (Ezam El-Sebha) û cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Mihemed Beşîr El-Ewad ku dema erkên xwe yên leşkerî û parastinê pêk danîn şehîd bûne, bi sedan welatiyan berê xwe da çerxerêya gundê El-Sebha.

Cenazeyên her du şehîdan bi alên QSD'ê û yên Hêzên Ewlehiya Hundirîn û bi kulîlkan hatin xemilandin. Welatiyan di merasîmê de dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re berz kirin.

Piştî cenazeyê şehîdan hatin wergirtin bi karwanekê berê xwe dan Goristana Şehîd Hanî El-Hesan. Li goristanê merasîmeke leşkerî bi deqeyek rêzgirtina şervanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve destpê kir.

Endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Umer El-Eseed piştî ku sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest got ku bi saya fedekariya van şehîdan terora li herêmê hatiye têkbirin û soza şopandina rêya şehîdan da.

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Felek Mehmûd axivî û soz da dayikên şehîdan ku wê têkoşîna xwe li ser rêya azadiyê û ji bo peydakirina aramiyê ji welatiyên herêmê re berdewam bikin.

Di dawiya merasîmê de nasanameya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin. Piştre jî cenazeyê şehîdan bi dirûşman spartin axê.