Cenazeyê şehîd Ciwan Xebat spartin axê

Bi sedan welatiyên bajarê Dêrikê cenazeyê şervanê YPG’ê Qehtan Mitêran (Ciwan xebat) ê di 21’ê Mijdarê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat spartin axê.

Bi sedan welaiyên Dêrikê li ber nexweşxaneya Dêrikê kom bûn. Girseya gel piştî wergirtina cenazeyê şervanê YPG’ê Ciwan Xebat bi karwanekî wesayîtan ve ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

Di rêya ketina goristanê de girseyê darbesta şehîd li ser milan kirin û heta goristanê meşiyan. Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre jî Endamê Fermandariya YPG’ê Hawar Dêrik axivî û destpêkê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: “Di kesayeta Şehîd Qehtan de ez hemû şehîdên azadiyê bibîr tînim. Em soz didin ku em ê heta dawî şopdarên rêya şehîda bin.”

Di berdewama merasîmê de Rêveberiya Xweser Red Yûsif axivî û got ku şehîd ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kiriye û wiha got: “Em jî soz didin ku em ê ji bo parstina destkeftiyên ku bi keda şehîdan hatine bidestxistin, tekoşîna xwe bidomînin.,”

Piştî axaftinan nasnameya şehîd Ciwan Xebat hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd bi diruşmeya ‘Şehîd Namirin’ spartin axê.