Cenazeyê Karakoçan û Amanos hatin veşartin

Li Dêrikê û Girkê Legê gel, Fermandarên YPG’ê Şehîd Rojhat Karakoçan û Dogan Amanos ber bi rêwîtiya dawîn ve bi rê kirin.

Cenazeyê Fermandarên YPG’ê Rojhat Karakoçan (Mehmet Gurbuz) û Dogan Amanos (Mehmet Akyol) ên ku 16’ê Îlonê di êrîşa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a bi ser Eyn Îsayê de şehîd bûn, li Goristana Şehîd Xebatê Dêrik hatin veşartin. Bi sedan şêniyên Dêrikê û Girkê Legê tev li veşartina cenazeyên fermandaran bû.

Li goristanê ewilî berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd axivî û got: “ Her du şehîd li ser asta çar parçeyên Kurdistanê mînakên fedakarî û têkoşînê bûn. Ji fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re fermandar û pêşeng bûn."

Mehmûd anî ziman ku her kes dizane ku Rojava ji destpêka şoreşê heta îro fedakariyên giranbiha kirin û bi destekftî û serkeftinên mezin tacîdar bû. Mehmûd destnîşan kir ku Şoreşa Rojava qirêjî û rastiya dijmin ji aliyên kiryarên wê yên dermirovî û dûrî mirovahiyê, her wiha dûrî rêgez û adetên civakê û hiqûqê eşkere kirin."

Mehmûd behsa fedakariyên her du şehîdan kir û got: “Tevî ku wan dijmin û çekên wê yên pêşketî û piştgiriya navneteweyî jê re dizanîbûn, lê her duyan bi vîn û baweriya xwe bi gel, pêkhateyên herêmê, armancên şoreşê û baweriya di dilên wan de hatiye çandin fedakariyên mezin pêşkêş kirin û gavek jî bi paş ve neavêtin û serkeftinên mezin pêk anîn heta gihîştin asta şehadetê."

Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Îhsan Şiblî jî axivî û got ku ew soz didin şehîdan ku ew ê li ser rêça wan bimeşin û parastina destkeftiyên wan bikin.

Endama rêveber a Kongra Star a Dêrikê Fatme Silêman jî axivî û wiha got: "Divê têkoşîn, xweparastin û şerê gel ê şoreşgerî werin mezinkirin da ku li hember plan û êrîşên dewleta Tirk bisekinin."

Li ser navê malbata her du şehîdan Delîl Mardînî axivî û wiha got: "Di şexsê her du şehîdan de em hemû şehîdan bi bîr tînin û ji cîhanê re diyar dikin ku hêz û îsrara me bi fedakariyên şehîdan zêde dibe. Ji lew re em soz didin gel, pêkhateyên herêmê û hemû gelên Kurdistanê têkoşînê li dijî dijmin heta rizgarkirina hemû xakên dagirkirî bilind bikin."

Piştî axaftin bi dawî bûn, nasnameyên her du şehîdan hatin xwendin û radestê malbatên wan hatin kirin.

Hevrêyên her du şehîdan cenazeyên wan rakirin û bi dûrişmên silavkirina şehîdan oxir kirin.