Cenazeyê Hemîd Ewad li Girkê Legê hat veşartin
Welatiyên bajarê Girkê Legê cenazeyê şervanê El-Senadîd Hemîd Ewad Elmena bi merasîmekê li Gorîstana Şehîdan a bajarokê Til Koçer veşartin.
Welatiyên bajarê Girkê Legê cenazeyê şervanê El-Senadîd Hemîd Ewad Elmena bi merasîmekê li Gorîstana Şehîdan a bajarokê Til Koçer veşartin.
Bi sedan welatiyên Girkê Legê û Til Koçer ji bo cenazeyê şervanê El-Senadîd Hemîd Ewad Elmenya yê ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû, bigrin li qada Azadî li hev civiyan. Hevserokê Kantona Cizîrê Hûmêdî Deham El-Hadî, Cigîrên Hevserokê Kantona Cizîrê Mensûr Hecî Mensûr, Şêxmûs Mûsa, Nadiya Yûsif û nûnerên saziyên civaka sivîl beşdarî merasîmê bûn.
Piştî cenazeyê şervanê El-Senadîd Hemîd Ewad Elmena ji nexweşxaneya Dêrikê gihişt bajarokê Til Koçer welatiya wêneyên şehîdan û alên El-Senadîd, YPG û YPJʹê vekirin û bê navber dirûşmeyên dilsoziyê berz kirin, ber bi Goristana Şehîdan a bajaroka Til Koçer ve derketin rê.
Li goristanê ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin û merasîmekî leşkerî ji aliyê şervanên YPG/YPJ û hêzên El-Senadîd hate lidarxistin. Piştre Endamê Fermandariya YPGʹê Mihyedîn Xêrikî û Endamê Fermandariya El-Senadîd Hemad El-Menai axivîn û sersaxî ji malbata şehîdan re xwestin û soza şopandina rêya cangoriyan dan, her wiha hate gotin ku gelê herêmê bi biratiya gelan û jiyana hevbeş karîbûn gelek destkeftiyan bi dest bixin û parstina wan destkeftiyan bikin.
Di berdewama merasîmê de Cîgirê Hevserokatiya Kantona Cizîrê Şêxmûs Mûsa axivî û destpêkê sersaxî ji malbat şehîd Hemîd re xwest û got ku şervanên azadiyê li dijî teroristan gelek destekftî bi dest xistine û aramiya herêma Bakurê Sûriyê pêk anîne.
Piştre nasnameya şervanê El-Senadîd Ewad Elmena hate xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Girseya gel bi tilîlî û dirûşmeyan cenaze li goristana şehîdan a bajarokê Til Koçer veşartin.