Cenazeyê Fermandarê YPG’ê Mahîr Çiya bi merasîmekê hate veşartin

Bi tevlîbûna hezaran welatiyên Dêrikê û derdorî wê cenazeyê Fermandarê YPG’ê Mahîr Çiya bi merasîmeke heyebet ve li Goristan Şehîd Xebat Dêrik hate veşartin. Her wiha di merasîmê de şervana YPG’ê Cudî Rojava jî hate bîranîn.

Bi tevlîbûna hezaran welatiyên herêma Dêrik û derdorî wê cenazeyê Fermandarê YPG’ê Abdullah Îlhan (Mahîr Çiya) yê di 17’ê Hezîranê Di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, ji nexweşxaneya Şehîd Hogir bi karwaneke wesayîtan hate girtin û ber bi Goristan Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

Li goristanê bi deqeyek rêzgirtinê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Di merasîmê de Fermandarê YPG’ê Bedran Dêrik axivî û got: “Dewleta Tirk ne tenê dijminê Kurd e, di heman demê de dijminê mirovahiyê ye. Ji bo vê em ê li dijî dagirkeriyê heta dawî tê bikoşin.”

Hevserokê Desteya Karê Hundir a Kantona Cizîrê Kenan Berekat jî axivî û diyar kir ku wê berxwedana Rojava heta rizgarkirina Efrînê bidome.

Di axaftinên li ser navê malbata Şehîd şehîd Birûsk Hesen kir de, soza domandina rêya şehîd hate dayîn.

Her wiha di merasîmê de şervana YPJ‘ê Hediye Hesen (Cûdî Rojava) ya ku 3‘ê Nîsanê li navçeya Racoyê ya Efrînê di Berxwedana Serdemê de şehîd bû jî hate bîranîn.

Di dewama merasîmê de nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê fermandarê YPG’ê bi dirûşima ‘Şehîd Namirin’ hate veşartin.