Cenazeyê Fermandarê YPG’ê Koçero Batman hat veşartin

Cenazeyê Fermanê YPG’ê Koçero Batman ê di encama êrîşê bi balafira biçek a bêmirov a dewleta Tirk de şehîd bû, bi tevlêbûna bi hezaran şêniyên Kobanê, bi merasîmekê hat veşartin.

Cenazeyê Fermanê YPG’ê Koçero Batman (Hasan Demîrtaş) ê di encama êrîşê bi balafira biçek a bêmirov a dewleta Tirk de şehîd bû, bi tevlêbûna bi hezaran şêniyên Kobanê, bi merasîmekê hat veşartin. Bi hezaran şêniyên herêma Firatê, endamên saziyên sivîl û kesayetên ji partiyên siyasî, tev li merasîma veşartinê bûn.

Her wiha ji bo Şehîd Zinarê Reş (Idnan Hemo) ê ku di 22’yê Îlonê de di êrîşên artêşa Tirk ên bi ser çiyayên Kurdistanê de şehîd bû, merasîma veşartinê hat lidarxistin.

Di merasîmê de ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Şoreş Hesen axivî û got: "Di vê rojê de Şehîd Arîn Mîrkan bi şehadeta xwe qehremanî nivîsî. Ji wê rojê ve dewleta Tirk a dagirker bi her awayî gelê herêmê dike hedef."

Hesen hişyarî da her kesê ku hewil dide ewlekarî û aramiya herêmê têk bibe û wiha got: "Divê dewleta dagirker baş bizane ku çi bike bila bike, îradeya me têk naçe. Divê gelê herêmê li dijî dewleta Tirk a dagirker têkoşîna xwe geş bike, ji ber ku em negihîştine dawiya rê û em hîn di destpêka wê de ne.

Em rê, fikir û felsefeya Rêber Apo dişopînin. Ew felsefeya ku em hîn kirine ku jiyan têkoşîn û gelekî sebir dixwaze. Gelê me jî xwediyê van taybetmendiyan e, ji wê boneyê em ê bi ser bikevin."

Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî jî axivî û got: "Şehîdên me îro destanên şerekî ku li ser vê axê qewimîn û bajarê ku berxwedana xwe kir berxwedana serdemê û hemû planên dewleta Tirk a dagirker pûç kirin, tînin bîra me."Eyşe Efendî, bang li gelê herêmê kir ku berê têkoşîna xwe bide Îmraliyê û wiha pê de çû: "Kilîta azadiya me li wir e, li cihê ku Rêber Apo lê ye. Ew tenê bi fikir û felsefeya xwe ya ku rêya azadiyê nîşanî me da, dikare dijminan têk bibe."

Eyşe Efendî, xiyanetkar hişyar kirin û wiha got: "Hûn ê yek bi yek bikevin û hûn ê têk biçin, ji ber ku em hîn li ser rakirina ji holê ya wê ne. Em îro soza xwe ya bi şehîdên xwe re dubare dikin ku em li ser şopa wan in û berxwedan jiyan e.“

Merasîma veşartinê bi radestkirina wesîqeya şehadetê ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê ve ji bo malbatên şehîdan bi dawî bû. Piştre cenazeyên şehîdan li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê hatin veşartin.