Cenazeyê Fermandarê QSD’ê Şiblî Şiblî yê 27′ê Cotmehê di encama bombebaran dewleta Tirk a dagirker li dijî mala wî ya li Dêrikê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik bi tevlêbûna hezaran kesî bi merasîmêkê hat veşartin. Bi hezaran xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Cizîrê, partiyên siyasî, QSD′ê û meclîsên di bin bana wê de, rûspiyn eşîrên Kurd, Ereb û Suryan, dayikên şehîdan, tevger û rêxistinên jin û ciwanan tevlî merasimê bûn.
Bi hezaran kes li ber nexweşxaneya Dêrikê kom bûn û cenazeyê Şiblî wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik dest bi meşê kirin. Girseya gel li kolanên sereke yên Dêrikê geriyan û wêneyên şehîdên malbata Şiblî, wêneyên Ferhad Dêrik (Hisên Şiblî) jî hatin hildan
Li goristanê, beşdaran dirûşmeyên silavkirina berxwedana şehîdan bilind kirin.
Di merasîmê de endama rêveberiya Meclîsa Jin a Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cewahir Îbrahîm axivî û got: "Malbeta Şehîd Şiblî modela malbatên welatparêz e ku sozên xwe yên pêkanîna armancên şehîdan nû kirin."
Cewahir Îbrahîm bal kişand ser siyasetên qirkirinê ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê herêmê pêk tîne û ev tişt got: “Hevgirtina me ji dijmin û dagirkeran re peyamek e ku em bi rêya şehîdan ve girêdayî ne."
Li aliyekî din jî endamê Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mahsûm Dêrşewî jî wiha got: "Erdogan bi navê ola îslamê bang dike, lê durûtiyê dike, li dijî gel û zarokên me komkujiyan pêk tîne. Bila tevahî cîhan bizane em xwediyên mafê ne û em ê rêça şehîdan xwe dewam bikin."
Yek ji fermandarên QSD′ê Xêredîn Xêrkî jî got Şehîd Şiblî beşdarî gelek hemleyên li dijî çeteyên DAÎŞ′ê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bûye, ligel ku gelek caran birîndar bûye, lê bi xurtî têkoşiya û li ber xwe da.
Xêrkî got ku ew ê heta pêkanîna armancên şehîdan têkoşînê geş bikin û tola wan hilînin.
Dayika Şehîd Şiblî, Xana Sedon tevahî beşdar silav kir û got: "Em heta dawiyê bi parastina destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dilsozin. Berdêl çi dibe bila bibe em ê li dora têkoşîn û berxwedana şehîdan li hev bicivin.”
Di dawiyê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Cenazeyê Fermandarê QSD’ê Şiblî Şiblî bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” hat verşartin.