Cenazeyê Fermandara YPJ'ê Rozerîn û 2 şervanên YPG'ê hatin veşartin
Welatiyên bajarê Dêrik û Girkê Legê cenazeyên Fermandara YPJ'ê Rozerîn û 2 şervanên YPG'ê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.
Welatiyên bajarê Dêrik û Girkê Legê cenazeyên Fermandara YPJ'ê Rozerîn û 2 şervanên YPG'ê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.
Şêniyên bajarên Dêrikê û Girkê Legê cenazeyên Fermandara YPJ′ê Rozerîn Amara (Hediye Ekdogan) û şervanên YPG′ê Hesen Mihemed (Doçika) û Beşar Ebdullah (Çekdar Sêgirka) ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji nexweşxaneya Dêrikê wergirtin û ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.
Di merasîma oxirkirinê de Hevserokê Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federal Mensûr Selûm, Nûnerên Rêveberiya Xweser, Fermandar û Berdevka YPJ′ê Nesrîn Ebdullah, Fermandar Rojînda Felat, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl amade bûn.
Li goristanê deqeyek rêz ji bo cangoriyên Kurdistanê hat girtin û merasîmeke leşkerî hat lidarxistin. Piştre Fermandara YPJ′ê Nesrîn Ebdullah axivî û wiha got: ″Jina Kurd bûye şervan û Fermandar û ji bo azadiya gelê xwe û welatê xwe, canê xwe feda dikin. Tu kes nikare vîna me bişikîne.″
Hevserokê Meclîsa Damezîner a Federal a Demokratîk a Bakurê Sûriyê Mensûr Selûm jî axivî û wiha got; "Wê biratiya gelan a di xendeqên şer de, serkeftinên mezin li hember komên ên di bin Fermandariya Erdogan û Bexdadî de têne birêvebirin, bi dest dixin"
Piştî axaftinan, nameya malbata Fermandar Rozarîn hat xwendin û tê de wiha hat gotin: ″Em şehadeta Rozerîn li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî gelê Kurd pîroz dikin. Wek malbata Rozerîn, em ê têkoşîna xwe bidomînin heta herçar parçeyên Kurdistanê azad bibin. Em ê rêya Rozarîn bişopînin.″
Piştre nasnameyên cangoriyan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên Fermandara YPJ'ê Rozerîn û şervanên YPG'ê bi tilîlî û dirûşmeyan li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hatin veşartin.