Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Fehîd Mihemed hate veşartin

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Fehîd Mihemed ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hate qetilkirin, cenazeyê wî bi merasîmekê hate veşartin.

Merasîm li bajarokê Til Koçerê yê Qamişloyê bi merasîma leşkerî dest pê kir. Piştre bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Nasir El-Celûd axivî û sersaxî ji malbatên şehîd Fehid û tevahî malbatên şehîdên azadiyê re xwest û got: "Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Til Koçerê soz didin hevalê xwe Fehid Mihemed ku tola wî hilînin û em ê armancên şehîdên xwe pêk bînin, ji ber ku wan ji bo azadî, rûmet û piştgiriya gelan têkoşîn kir."

Her wiha li ser navê malbata şehîd, pismamê şehîd Rakan El-Sifok axivî û spasiya hemû kesên ku beşdarî merasîmê bûne, kir û soza berdewamkirina rêya şehîdan da.

Piştî axaftinan wesîqeta şehîd Fehid hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Di dawiya merasîmê de, şehîd bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hate oxirkirin.