Cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Hundirin El-Hadî hate veşartin
Welatiyên Tebqayê cenazeyê şervanê Hêzên Ewlehiya Hundirin Mamûn El-Hadî (Mamûn Cirniyê) bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Tebqayê veşartin.
Welatiyên Tebqayê cenazeyê şervanê Hêzên Ewlehiya Hundirin Mamûn El-Hadî (Mamûn Cirniyê) bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Tebqayê veşartin.
Endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Mamûn El-Hadî bi nasnav Mamûn Cirniyê beriya 2 rojan li rojavayê bajarokê El-Cirmiyê dema ku xwest mayîna çeteyên DAIŞ’ê bê bandor bike şehîd bû.
Şêniyên Tebqayê û bajarokên El-Cirniyê û El-Mensûra cenazeyê Mamûn ji nexweşxaneya Niştîmanî ya Tebqayê wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan berê xwe dan goristana şehîdan a Tebqayê.
Li goristanê karwanê cenaze ji aliyê dehan kesî ve hate pêşwazîkirin. Piştre ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê Hêzên Ewlehiya Hundirin ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin.
Piştre Cîgira Hevserokatiya Hêzên Ewleiya Hundirin a Tebqayê Nesrîn Ûbeyd û Endama Komîteya Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Sivîla Demokratîk ya Herêma Tebqayê Asaya El Xerbî axivîn. Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û wiha gotin; “Roja serkeftina heqiyê li hemberî ne heqiyê mafiyê nêzîk dibe Hêzên me li hemberî çeteyên DAIŞ‘ê serkeftinên mezin bidest xistin û gelek herêmên Bakurê Sûriyê rizgar kirin.”
Piştre wesîqeya şeadetê hate xwendin û cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Hundirin bi dirûşme û tilîliyên dayikan li goristanê hate veşartin.