Cenazeyê Endamê Hêzên Asayîşê Xidir hate veşartin

Bi hezaran welatiyên Dêrik,Til Koçer û Girkê Legê cenazeyê Endamê Hêzên Asayîşa Til Koçer Mihemed Xidir bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.

Girseya gel cenazeyê Endamê Hêzên Asayîşa Til Koçer Mihemed Xidir yê di Pêngava Rizgarkirian Reqayê de şehîd bibû, wergirtin û bi karwanekî wesayîtan berê xwe dan Goristana Şehîd Xebat Dêrik.

Li goristên ji aliyê şervanên Hêzên Erka Xweparstinê ve merasîmek leşkerî hate lidarxistin. Piştre Endamê Rêveberiya Hêzên Asayîşê Mihemed Herbîd axivî, hemû cangoriyên ku canê xwe fedayî axa welatê xwe kirine, silav kirin û soza şopandina rêya şehîdan da.

Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî Perwîn Mihemed Emîn jî diyar kir ku tevî rewşa dijwar a şer, projeya neteweya demokratîk hat avakirin û got ku hilbijartinên Federaliyê destpêka nivîsandina dîrokeke nû ya herêmê ye.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê Endamê Hêzên Asayîşa Til Koçer Mihemed Xidir bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayikan li goristanê hate veşartin.