Cenazeyê endama Hêzên Asayîşê Sûheyla hate veşartin

Welatiyên Efrînê cenazeyê endama Hêzên Asayîşa Efrînê Sûheyla Elîka bi merasîmekê li Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metînayê veşartin.

Bi hezaran welatiyên Kantona Efrînê cenazeyê endama Hêzên Asayîşa Efrînê Sûheya Elîko ya ku di 28’ê Kanûnê de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dayî, ji nexweşxaneya Efrînê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Refîq ve ketin rê.

Darbesta Sûheyla bi alayên Hêzên Asayîşê, gul û kulîlkan hatibû xemilandin. Li goristanê ji bo cangoriyên azadiyê deqîqeyekê rêz hate girtin. Piştre Cîgîra Seroka Desteya Hindirîn a Kantona Efrînê Salîha Seydo, Rêveberê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Xelîl Îbrahîm Îsa û li ser navê malbata şehîd Sûheyla, bîrayê wê Arîf Elîko axivîn.

Axaftvanan  sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û rola wê ya di serxistina Şoreşa Rojava û parastina destkeftiyên de destnîşan kirin.

Di axaftinan de hate gotin ku wê gefên Tirkiyeyê yên ji bo têkbirina vîna gelan û projeya federaliya demokratîk li hember berxwedana gel, bi ser nekeve.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wê hate kirin. Cenazeyê endama Hêzên Asayîşa Efrînê Sûheyla bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayîkan li goristanê hate veşartin.