Cenazeyê du şehîdên QSD’ê li Şedadê hatin veşartin
Cenazeyê şervanên QSD’ê Mihemed Yûsif El Mihemed û Mihemed Kerîm El Elo li Pakrewangeha Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê bi merasîmekê hatin veşartin.
Cenazeyê şervanên QSD’ê Mihemed Yûsif El Mihemed û Mihemed Kerîm El Elo li Pakrewangeha Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê bi merasîmekê hatin veşartin.
Bi dehan endamên saziyên herêmê, Rêveberiya Xweser û Meclisa Leşkerî ya Şedadê beşdarî merasîmê bûn.
Şervanên QSD’ê Mihemed Yûsif El Mihemed (Qeyser) û Mihemed Kerîm El Elo (Kawa) 21`ê Cotmehê dema erka xwe ya leşkerî pêk dianîn, li bajarokê Mergede şehîd bibûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê û torana leşkerî destpê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên şehîdan a navçeya Şedadê Elaa El Selûm axivî. El Selûm bal kişand ser fedakariyên şehîdan di oxira parastina ewlehiya herêmê de nîşan dane û diyar kir ku wê hevrê û malbatên şehîdan têkoşîna wan bidomînin.
El Selûm bal kişand ser taybetiyên şehîd Qeyser û şehîd Kawa û anî ziman ku wan bi baweriyeke xurt têkoşîna xwe di nava Hêzên Sûriya Demokratîk de meşandin.
Piştî axaftinê wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên her du şehîdan bi berzkirina dirûşmeyan hatin veşartin.