Cenazeyê du şehîdan li Dêra Zorê bi merasîmekê hate veşartin

Welatiyên bajarokê Bîsêra û gundewarên wê cenazeyê endamên Hêzên Ewlehiya Navxeyî Îsmaîl El-Neflawî û Ebdulezîz El-Ewed bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarokê Bîsêra û gundewarên cenazeyê endamên Hêzên Ewlehiya Navxeyî Îsmaîl El-Neflawî û Ebdulezîz El-Ewed ku 6’ê Nîsanê dema bi erka xwe radibûn şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen veşartin.

Li goristanê merasîm bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre ji aliyê Hêzên Ewlehiya Navxweyî ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Hêzên Ewlehiya NavxweyÎ Mûsa El-Hesen axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza ku wê Hêzên Ewlehiya NavxweyÎ ji bo aramî û ewlehiyê hertim bibin mertal da.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sabirîn Mihemed jî axivî û got: "Şehîd bi fedekariya xwe jiyanek bi rumet ji me re afirandin, em ê xeta wan bişopînin heta armancên wan pêk bînin."

Nasnameya şehadetê ya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Girseya gel cenazeyê şehîdan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.