Cenazeyê du şehîdan li Şehbayê hate veşartin

Welatiyên Efrîn û Şehbayê cenazeyên şervanê YPG’ê Êrîş Efrîn û şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Dilşêr Efrîn bi merasîmekê li Goristana Şehîdên Serdemê ya li Ehrêzê veşartin.

Bi sedan welatiyên Efrîn û Şehbayê cenazeyên şervanê YPG’ê Êrîş Efrîn û şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Dilşêr Efrîn ji Nexweşxaneya Avrîn ya Fafînê wergirtin û ber bi Goristana Şehîdên Serdemê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Hesen, li ser navê Meclîsa Efrînê Mihemed Remedan Ebdo axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.

Qisekeran di axaftina xwe de wiha gotin; “Duh 26’ê Çile salvegera rizgarkirina Kobanê bû em bi hêvî di demeke nêz de em ê Efrînê ji rizgar bikin.”

Piştre nasnameyên şehadetê yên şehîdan hate xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê her du şehîdan li goristanê veşartin.