Cenazeyê Bayram Namaz bi merasîmeke bi heybet ve hate veşartin

Cenazeyê endamê MK a MLKP’ê û Nûnerê Rojava Bayram Namaz (Baran Serhat) li Serêkaniyê bi merasîmeke bi heybet ve hate veşartin.

Bi sedan welatiyên herêma Serêkaniyê ya katona Hesekê, şervanên MLKP, YPJ, YPG, QSD û Hêzên Asayîşê cenazayê fermandarê Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) Bayram Namaz (Baran Serhed) ê ku di 23‘yê Adarê de encama teqîna mayînekê li ser rêya Hesekê –Serêkaniyê şehîd bibû, veşartin.

Girseya gel cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê wergirtin û bi kerwanekî ber bi goristana şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên YPG, YPJ û QSD‘ê ve pêk hat. Piştre li ser navê rêveberê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Hesekê Mihemed Xetîb, ji Fermandarên MLKP Viyan Asyan, Fermandarên YPG‘ê Elîşêr Denîz, ji Fermandarên Partiya TIKO Cemîl Tiko, ji Fermandarên DKP BIRLIK Gran Goniş, ji Fermandarên partiya DKO BOK Tofan Pîr Kilaş, ji Fermandarên Meclisa Zerevanên Xabur a Asûr (MNK) Madlên Xemîs, rêvebera Meclîsa Malbatên Şehîdên Xabur Cemîla Kako û rêveberê Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) Mihemed Qasim axivîn.

Kesên axivîne şehîdên azadiyê bibîr anîn û sersaxî ji malbata şehîd Baran Serhed re xwestin.

Di axaftinan de hate gotin, şehîd Baran yek ji pêşengên MLKP ye, ji destpêka Şoreşa Rojava ve roleke mezin di parastina Rojava de lîst û xebatên siyasî û leşkerî yên partiyê bi rê ve dibir.

Di merasîmê de peyama malbata şehîd baran û peyamên sersaxiyê û helbest hatin xwendin.

Nasnameya şehîd Baran Serhed hate xwendin û radestî malbata şehîd Xalid Borî hate kirin.

Şervanan cenazeyê şehîd Baran di nava tilîliyên dayikan û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hate veşartin.