Cenazeyê Şehîdên Berxwedana Serdemê hatin veşartin
Bi tevlîbûna hezaran welatiyan cenazeyê Şehîdên Berxwedana Serdemê ya Efrînê bi merasîmeke heybet li Şehîdgeha Şehîd Avesta Xabûr hatin veşartin.
Bi tevlîbûna hezaran welatiyan cenazeyê Şehîdên Berxwedana Serdemê ya Efrînê bi merasîmeke heybet li Şehîdgeha Şehîd Avesta Xabûr hatin veşartin.
Ji bo merasîma Şehîdên Berxwedana Serdemê bi hezaran welatiyên Efrînê li pêşiya nexweşxaneya bajêr kom bûn û cenazeyên şehîdan bi tilîliyên dayikan û durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re wergirtin û berê xwe dan Şehîdgeha Şehîd Avesta Xabûr ketin rê.
Bi gihiştina darbestên şehîdan a Şehîdgehê ve merasîmek hate lidarxistin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Paşê li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê Mehmûd Cafer axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re xwest û got: “Şehîd sembola namûs û rûmetê ne û axa welat bi xwîna xwe avdane û bi xwîna xwe efsaneyên berxwedanê dinivîsin.”
Piştre jî Hevseroka Meclîsa Damezrêner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif axivî û wiha got: “Welatiyên Efrînê li şûna giştî mirovahiyê şerê terorê dikin. Berxwedana welatiyên Efrînê bi hemû pêkhateyên wê nîşan dide ku serkeftin para berxwedêran e. Bi saya fedekariya şehîdan rêya azadiyê ronî dibe.”
Di axaftinên li ser navê malbatên şehîdan hate kirin de jî dan nîşandan ku wê heta dawî li ser rêya şehîd û têkoşerên xwe bimeşin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyên şehîdan bi dirûşma ‘Şehîd Namire’ û tilîliyên dayikan ve hatin veşartin.
NAVÊN ŞEHÎDAN
Navên şehîdên wiha ne:
Navên Şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD): Ciwan Îbrahîm (Ciwan Kobanê), Delîl Bekir (Delîl Cûdî), Basil Mihemed (Karker Andok), Beşar Ecîb (Mezlûm Efrîn), Mihemed Hisên (Ocalan Efrîn), Murad Menan (Rêzan Zagros), Rêzan Reşîd (Soro Heleb), Beşar Cemal (Mezlûm Ereb), Edhem Hemo (Xebat Karker), Mezlûm Îbo (Xabûr Mezlûm), Kamîran Mihemed (Diyar Bagok), Şervan Hemo (Amed), Îmad Qenber (Şiyar Meydana), Orhan Xelo (Rojhat Orhan).
Navên Şehîdên Hêzên Erka Xweparastinê: Mihemed Mihemed, Osman Hec Osman, Remezan Reşîd.
Navên Şehîdên Hêzên Asayîşê: Ciwan Umer, Mihemed Reşîd.
Navên Şehîdên Yekîtiya Ciwanên Rojava: Elî Murad (Çekdar Heleb), Wail Hac Îbrahîm (Zinar Heleb).
Navên Şehîdên YPJ: Roken Findî (Şiyan Cûdî), Narîn Hesen (Şengal Laleş).
Navê Şehîdê sivîl: Mehmûd Menkawî.