Cenazeyê Şehîdê Fermandariya YPG’ê Xalid spartin axê

Bi tevlîbûna sedan welatiyên Helebê cenazeyê yek ji endamê Fermandariya YPG’ê Xalid Reşîd ê di encama nexweşiyekê de şehîd bûbû, li Helebê bi merasîmeke heybet spartin axê.

Şêniyan bi karwaneke girseyî cenazeyê şehîd Xalid Reşîd ji Nexweşxaneya Xalid Fecer a li taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê wergirt û ber bi Goristana Şehîdan a li herêma Şiqeyêf ve ketin rê.

Merasîma veşartinê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, piştre Endamê Rêveber ê Meclîsa Malbatên Şehîdan Hacir Meho axivî û sersaxî li malbata şehîd da.

Meho destnîşan kir ku şehîd Xalid Reşîd têkoşîneke bêhempa meşand û bo nimûneyeke li tevahî xaka Sûriyê, bi taybet Efrînê.

Meho diyar kir ku şehîd nirxê herî giranbiha ya gelan e, her wiha şehîd Xalid Reşîd piştî refên YPG’ê li herêman birêxistin kir, gihaşt asta şehadetê.

Hacir Meho li dawiyê piştrast kir ku wê li ser rêça şehîdan heta rizgarkirina Efrîn û tevahî herêmên dagirkirî, bimeşin.

Piştî axaftinê, endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Helebê Bêrîtan Ceidan nasnameya şehîdbûnê xwend û radestî malbatê kir.

Li dawiya merasîm, cenazeyê şehîd tevî tilîliyên dayikan, spartin axê.