Cenazeyê Şehîd Xalid Oso hat veşartin

Cenazeyê Şehîd Xalid Zobe Oso yê di encama topbarana dewleta Tirk de li gundê Zehir El Ereb şehîd bû, hate veşartin.

Cenazeyê Şehîd Xalid Zobe Oso yê di encama topbarana dewleta Tirk de li gundê Zehir El Ereb şehîd bû, li Goristana Şehîd Dijwar a gundê El Dawidiyê hate veşartin. Bi sedan şêniyên Hesekê tev li merasîma cenaze bû. Di merasîm de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Hecar Ebdo axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û piştrast kir ku dewleta Tirk ji êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike ku komkujiyan li dijî şêniyên herêmê pêk bîne.

Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Cizîrê Şoreş Hesekê axivî û diyar kir ku şehîd Xalid xwedî îradeyeke bi hêz bû, tevî ku ji bajarê xwe Serêkaniyê koçber bûbû, lê belê deqeyek jî dev ji erka xwe berneda. Her wiha Şoreş soz da ku rêya şehîdan bişopînin heta ku azadî pêk were.

Pismamê şehîd Xalid, Mehcûb Oso destnîşan kir ku şêniyên Serêkaniyê ji dema ku bajarê wan dagir bûye ve, soz dane ku dev ji Rojava bernedin û wê biparêzin heta ku bi ser dikevin.

Wesîqeya şehîd Xalid Oso ji aliyê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hat xwendin û radestî malbata wî kir.