Cenazeyê Şehîd Rodî bi merasîmekê hate veşartin

Welatiyên bajarê Serêkaniyê cenazeyê şervanê YPG′ê Telal Weysî (Rodî) li Goristana şehîdan a bajêr bi merasîmekê veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniye îro cenazeyê şervanê YPG’ê Telal Weysî (Rodî) yê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû ji nexweşxaneyê wergirtin, bi tilîliyên dayikan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ ber bi Goristana şehîdan a bajêr ve ketin rê.

Li goristanê, merasîma bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Şêrîn Mihemed axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku van şehîdan di oxira rizgarkirina welatê xwe de, cane xwe feda kirine.

Piştre li ser navê Desteya Malbatên Şehîdan Îdan Ehmed jî sersaxî re xwest û wiha got: ″Bi berxwedana cangoriyên azadiyê em bi azadî dijîn û Sûriyeke demoratîk û Federal tê avakirin″.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşim û tilîliyan ve li goristanê hate veşartin.