Cenazeyê Şehîd Mîtan Şoreş hat veşartin
Cenazeyê Şehîd Mîtan Şoreş yê ku di 6’ê Mijdarê de di encama êrîşa balafireke bêmirov a dewleta Tirk de şehîd bû, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hat veşartin.
Cenazeyê Şehîd Mîtan Şoreş yê ku di 6’ê Mijdarê de di encama êrîşa balafireke bêmirov a dewleta Tirk de şehîd bû, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hat veşartin.
Bi hezaran şêniyên Qamişloyê cenazeyê Şehîd Kemal Mihemed Elî (Mîtan Şoreş) ku di encama êrîşa balafireke bêmirov a dewleta Tirk di 6′ê Mijdarê de li Qamişloyê şehîd bûbû, bi rê kir. Merasîma li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li Qamişloyê dest pê kir. Piştre li ser nave Meclîsa Malbatên Şehîdan Şêro Mihemed sersaxiya malbata şehîd xwest û got: "Dagirkeriya Tirk êrîş û komkujiyên dermirovî dewam dike. Divê em gel tê bikoşîn û li ser rêya şehîdan bin."
Piştre li ser nave Meclîsa Leşkerî ya Qamişloyê yek fermandar Nezîr Sofî Ebdullah bêdengiya civata navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û wiha got: "Dewleta Tirk li hember çavên hemû cîhanê çêkên kîmyewî bi kar tîne."
Ebdullah soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftin û têkbirina dagirkeriyê da û got: "Divê em bi yek destî û gava bi gav fikir û felsefeya rêberê xwe pêk bînin. Em ê li ser şopa şehîdan heta têkbirina dagirkeriya Tirk û pêkanîna serkeftinê bin."
Xalê şehîd, Amir Beşar Ehmed jî li ser navê malbata şehîd axiv û got: "Em ji dewletên ku îdia dikin ku parastina mafên mirovan dike û li hember sûcan bê deng in hûn di vê yekê de û di şerê dermirovî de hevkar in."
Ehmed got ew ê li ser şopa şehîdan bin û di oxira welat û gel de fedekariyê bikin.
Piştre Meclîsa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehîd radestî malbatê kir û şehîd di nava tilîliyên dayikan de hat veşartin.