Cenazeyê Şehîd Gelhat Efrîn li Helebê hat veşartin

Cenazeyê şervanê YPG’ê Gelhat Efrîn ê di 23’ê Mijdarê de şehîd bû, li Helebê hat veşartin.

Li Helebê bi sedan kesan cenazyê şervanê YPG’ê Gelhat Efrîn (Orhan Şêxo) yê di 23’yê Mijdarê de li Til Temîrê şehîd bû, bi merasîmekê veşart. Xelk, ji ber Nexweşxaneya Yasîn a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd tevî tilîliyên dayikan ber bi goristanê ve bi rê ket. Di merasîma veşartinê de yek ji fermandarên YPG′ê Şervan Efrîn axivî û got: "Ev roja pîroz, roja damezirandina PKK′ê, şervan Gelhat şehîd bû.“

Şervan Efrîn diyar kir ku şoreşa Rojava li dijî tevahî planên dewleta Tirk a dagirker e û got: “Şehîd Gelhat ji destpêkê tev li vê şoreşê bû û tev li pêngavên ji Efrîn heta bi Şêxmeqsûdê bû û li Til Temîrê şehîd bû. Di ber parastina welat de em şehîdan didin û ji dijmin natirsin. Em ji bilî welatekê azad û demokratîk û jiyaneke birûmet qebûl nakin. Divê her kes li dijî êrîşên dagirkeriyê rabe li ser piyan."

Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan Rewşen Mihemed, têkoşîna şehîd Gelhat pîroz kir û got: "Em bi êrîşan lawaz nabin lê israr û hêza me ya pêkanîna azadiyê pê zêde dibe. Dem, dema tolhildanê ye."

Dayika şehîd Zeyneb Hec Muslim jî wiha got: "Kurê min di ber welat de canê xwe da. Ew şehîdê çar parçeyên Kurdistanê ye. Wî, ji bo rizgarkirina Efrîn û herêmên dagirkirî sond xwar. Min piştgitiyê ji bo têkoşîna wî di hemû pêngavên rizgarkirinê de da."

Zeyneb bi domdarî wiha got: "Şehadet rûmet e. Em îro rûbirûyê şerekî ne û me bi hezaran şehîd dane û em dev ji vê rêyê bernadin. Em malbatên şehîdan divê li fedekariyên şehîdên xwe bibin xwedî û bidin ser şopa wan.“

Dûre, endama Komîteya Perwerdehî û Hînkirinê ya Civaka Demokratîk Zîlan Şêxo wesîqeya şehîd xwend û radestê malbatê kir.