Cenazeyê Şehîd Fîraz Kobanê spartin axê

Cenazeyê Şehîd Fîraz Berkel li Goristana Şehîd Dicle bi merasîmekê spartin axê.

Bi sedan şêniyên Kobanê bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD'ê Fîras Berkel ê ku li Tebqayê dema erka xwe ya leşkerî bi cih dianî şehîd bû, li Goristana Şehîd Dicle spartin axê.

Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir, paşê ji fermandarê Tûgeya Şehîd Baran a girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê axivî û destnîşan kir ku şehîdan ji bo azadiya welatê xwe canê xwe dan û got: "Ev tê wateya ku mirin di ser bindestiyê girt û bi canê xwe rûmet û dîroka neteweyê nivîsandin.

Paştre Hevserokê Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) şaxê herêma Firatê Ehmed Şêxo axivî û îşaret bi berdêlên ku şehîdan ji bo parastina wan ji hemû şêwazên şer û parçekirina civakan dane kir. Ehmed Şêxo banga yekîtiyê kir da ku hemû komployên li dijî wan têk bibin.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd Fîras Berkel hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd di nava diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re de hate veşartin.