Cenazeyê Şehîd Enes El Falih hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Enes El Falih, li goristana li Sirînê hat veşartin.

Cenazeyê şervanê QSDʹê Enes Hemed El Falih ê ku 3ʹê vê Mijdarê dema erka xwe bi cih dianî şehîd bû, bi merasîmekê li goristana şehîdan a navçeya Sirînê hat veşartin.

Merasîma ku bi sedan kes tevlî bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre ji fermandarên QSDʹê Serxwebûn Avesta axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza tohildanê da.

Serxwebûn Avesta diyar kir ku gelên herêmê ji hundir û derve ve bi xetere û êrîşan rû bi rû ne. Her wiha li ser kesayeta şehîd Enes wiha got: "Mînaka disîlpîn, têkoşîn û fedaî bû."

Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Ayşe Efendî jî sersaxî da dayikên şehîdan û şêniyên Sirîn û got ku malbatên şehîdan wê li kêleka QSDʹê bin heta projeya demokratîk bi ser bikeve.

Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Sirîn Emgîhan Şêx Mihemed nasnameya şehadetê ya şehîd Enes El Falih xwend û radestî malbata wî kir.

Cenazeyê şehîd bi berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hat veşartin.