Cenazeyê Şehîd El Ewad ji aliyê bi hezaran kesî ve hat veşartin

Bi hezaran şêniyên navçeya Şedadê ya girêdayî Kantona Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Ebdurezaq El-Wad ê ji ber krîza dil şehîd bû, spartin axê.

Bi hezaran şêniyên navçeya Şedadê, endamên saziyên leşkerî û Rêveberiya Xweser li navçeyê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Ebdurezaq El-Ewad ku ji ber krîza dil di 4’ê Tîrmehê de şehîd bûye, bi merasîmekê spartin axê.

Girseya gel ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan li Hesekê bi rê ket û ber bi Goristana Şehîdan a li Şedadê ve çû.

Li goristanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn merasîmeke leşkerî li dar xist.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zehra El-Ehmed sersaxî da malbata şehîd û destnîşan kir ku ew ê têkoşînê bidomînin. Her wiha diyar kir ku bi hevgirtina pêkhateyan û hêzên leşkerî re wê hemû êrişên li dijî herêmê bên têkbirin.

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Şedadê Semîr Dibis jî axivî û bal kişande ser dilsoziya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi şehîdan re û parastina deskeftiyên li herêmê.

Di dawiya merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Selman El-Ewad nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir. Piştre cenazeyê şehîd hat veşartin.