Cenazeyê 6 şehîdên ‘Bagera Cizîrê’ bi merasîmekê hatin veşartin
Welatiyên bajarokê Bisêra û gundewarên wê cenazeyê 6 şervanên azadiyê bi merasîmekê li Goristan Şehîd Hanî El-Hesen veşartin.
Welatiyên bajarokê Bisêra û gundewarên wê cenazeyê 6 şervanên azadiyê bi merasîmekê li Goristan Şehîd Hanî El-Hesen veşartin.
Bi sedan welatiyên bajarokê Bisêra û gundearên wê cenazeyê şervanên QSD‘ê Xesan Salim El-Ubeyd (Ebdulqadir), Hanî El-Hisên (Şahir), Wehîb Xenam El-Elî (Nemir Derenc), Elî El-Mihemed (Ehmed Bûkemal), Elî El-Xezwê yên 18‘ê Adarê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed El-Îbrahîm yê ku bi erka xwe radibû şehîd bûbû ji çerxerêya Sebha wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Hanî El-Hesen a bajarokê Bisêrayê ketin rê.
Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên QSD’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Xelef El-Ebûd û endama Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed El-Hesen jî axivîn, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza parastina destkeftiyên şehîdan û parastina ewlehiya herêmî da.
Li aliyê din Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya şervanê QSD‘ê Îhab El-Ewacî (Herhût) ê di 20‘ê Adarê de di Pêngava Şerê Tinekirina Terorê de û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdulezîzî El-Hesen ê di 28‘ê Sibata 2019‘an de şehîd bûn, eşkere kir.
Piştre nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hate kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.