Cenazeyê 5 şehîdên Bagera Cizîrê hatin veşartin

Welatiyên Şedadê cenazeyê 5 şervanên QSD’ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê li goristana şehîdan a Şedadê veşartin. Di merasîmê de nasnameya 2 şehîdan jî hate ragihandin.

Bi sedan welatiyên Şedadê cenazeyê şervanên QSD’ê Elî El-Ewed (Firat Şedadê), Cemal El-Casim (Gelaa), Hisên El-Hisên (Yamin), Elî El-Besîlan (Qasim) û Hemîd Ewad (Hemze) ku di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, ji Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a Şedadê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Ji fermandarên QSD’ê Hisên Hemade axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got; “Şehîd ji bo parastina gelê xwe canê xwe feda dikin. Em soz didin ku em ê rêya şehîdan bişopînin. Bi teqez em ê bi Şerê Tunekirina Terorê re çeteyên DAÎŞ’ê ji herêmê tune bikin.”

Li ser navê  Saziya Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Nacî Nicûm axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got divê hêviyên şehîdan were bi cih anîn.

Piştre nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê şehîdan li goristanê veşartin.

Li aliyê din di merasîmê de nasnameyên Hesen El-Salih (Diya) û Hemed Ebîd hatin eşkerekirin û radestî malbatan hatin kirin.