Cenazeyê 5 şehîdên azadiyê spartin axê

Welatiyên Kobanê cenazeyê şervana YPJ’ê Delal Amed û 4 şervanên Hêzên Erka Xweparastinê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle spartin axê.

Bi hezaran welatiyên Kobanê cenazeyê şervana YPJ‘ê Delal Amed a ku di 23‘yê Adarê de di Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûbû û şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Hesen, Faris Îsa, Celal Hemê, Şiyar Qeremox û Mezlûm Kawî ku di 25‘ê Adarê de di encamê êrîşa çeteyan a li ser bendên kontrolê ya Minbicê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle spartin axê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG û Erka Xweprastinê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxsitin. Piştre Hevserokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got:”Her çiqas em serkeftinan bi dest dixin, tirs dikeve nava dijmin, ji ber wê bi xedrê êrîşî me dikin. Şerê ku em dikin, şerekî sîng bi sîng e, ne bi xedrê ye, lê dijmin dixwaze em bi aramî li ser xaka xwe nejîn, lê bila nas bikin ku em bi şehîdên xwe serbilind in û em ê şopdarên xeta wan bin."

Rêvebera Yekîtia Jinên Ciwan Jînda Munzur jî axivî û diyar kir ku bi saya xwîna van şehîdan xeleka azadiyê belav dibe û got: “Van şehîdan binkeftina dijmin nîşanî me dide. Rêber Apo tirsa mirinê ji dilê me derxist û eşqa jiyana azad di dilê me de ava kir. Îro em bê tirs li hember dijmin şer dikin. Eger em bixwazin serkeftinê bi dest bixin wê şehîd û birîndar hebin, lê şaş e ku dijmin difikire bi şehadeta hevalên me em ê bê vîn bimînin, bi temamî tersî wê ye.”

Li ser navê Rêveberiya Desteya Perwerdê Aras Ebdulrehman sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Em bi van lehengan serbilind in. Dijmin ber bi tunebûnê ve diçe ji ber wê êrîşên cuda pêk tîne."

Her wiha bi navê malbata şehîd Celal û Mezlûm Qeremox axaftin hatin kirin. Qisekeran spasiya beşdarvanan kir û gotin; “Şehîd ên gelê me ne, me bi vîna xwe serkeftin pêk anîn û dijmin ji vê yekê ditirsin ji ber wê îxanteyê wiha dikin.”

Piştre nasnameyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyê şehîd Faris û Mihemed ji bo li Sirînê were veşartin hate oxirkirin û cenazeyê şehîdên din bi dirûşme û tilîliyan li Goristana Şehîd Dîcle hatin veşartin.