Cenazeyê 4 şehîdên Reqayê hatin veşartin
Welatiyên bajarê Tebqayê cenazeyê 4 şervanên QSD’ê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbûn, bi merasîmeke heybet li goristana şehîdan a Tebqayê veşartin.
Welatiyên bajarê Tebqayê cenazeyê 4 şervanên QSD’ê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbûn, bi merasîmeke heybet li goristana şehîdan a Tebqayê veşartin.
Bi sedan welatiyên bajarê Tebqayê cenazeyê şervanên QSD’ê Îbrahîm Selûm (Ebû Xelîl), Deham Esed (Ebû Silêman), Ebdulhelîm Bekûr Mûsa, Ebdulselam Lûey bi merasîmeke heybet li goristana şehîdan a Tebqayê veşartin.
Endamên Meclîsa Sivîl a Tebqayê, Meclîsa Lihevanîna Êlan, Fermandarên QSD′ê û Cigîrê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ceyş El-Siwar Ehmed Sultan û bi sedan welatî tevlî merasîma oxirkirinê bûn.
Li goristanê merasîma oxirkirinê bi deqîqeyeke rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê û merasîmeke leşkerî ya ji aliyê şervanên Erka Xweparastinê ve dest pê kir.
Fermandarekî QSD′ê Zinar Kobanê jî da zanîn ku rêjîma Baas û Rûsya destek didin DAIŞ′ê û wiha domand: ″Dewleta Tirk, rêjîma Baas û Rûsya gelê Sûriyê dikirin û difiroşin. Ev yek li Cerablusê û Babê jî tê dubarekirin.″
Zinar di berdawama axaftina xwe de anî ziman ku armanca ji van siyasetan parçekirina Sûriyeyê ye. Her wiha diyar kirin ku firotina Idlibê ji Tirkiyê re jî vejandina serdema Osmanî ye û wiha got: ″Em wek hêzên QSD′ê hemû rêbazên dagirkirina axa Sûriyeyê red dikin.″
Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan Ebîr Mûsa jî destnîşan kir ku pênûsên wan nikarin hestên serbilindiya wan bi cangoriyên ku heta damleya dawî ya xwînê têkoşîna xwe bidomandin, vebêjin.
Her wiha bi navê Meclîsa Lihevanîna Êlan şêx Fewaz Bêk û Endama Meclîsa Sivîl a Tebqayê Îman Xelef jî axivîn, diyar kirin ku têkoşerên azadiyê ji bo avakirina jiyaneke azad bedelên herî giran dan.
Di dawiyê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan di nava dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ û tîlîliyên dayîkan de hatin veşartin.