Cenazeyê 4 şehîdan li Dêra Zorê hate veşartin

Welatiyên herêma El-Besîra ya Dêra Zorê bi merasîmekê cenazeyê 4 şehîdan li Goristana Şehîd Hanî El Hesen veşartin.

Bi sedan welatiyên herêma El-Besîra û gundewarên wê cenazeyê şervanê QSD’ê  Mihemed Amêr El-Hemed ku 23’ê Adara 2019’an şehîd bûbû, cenazeyê endamên Hêzên Ewlehiya Navxweyî Ehmed El-Hisên El-Hesen û Ebûd Ebid El-Hemadê ku 10’ê Nîsana 2019’an de şehîd bûbûn û şervanê Erka Xweparastinê Mihemed Ewad El-Weka ku 23’ê Adara 2019’an şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen veşartin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdan deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên QSD’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre endamê MSD’ê Siyamed Xilo û yek ji fermndarên Hêzên Ewlehiya Navxweyî Mûsa El-Hesen axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.

Piştî axaftinan û şûnde Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya 8 şervanên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû eşkere kirin.

Piştre nasnameyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê şehîdan li goristanê veşartin.